Helpo:Kurdî

De Wikipedio

Bi xêr hatî Wîkîpediyaya îdo! Îdo cara pêşî weke ji nû ve sazkirina zimanê esperanto tê zanîn û di 1907'an de piştî sererastkirina çend salan a ji aliyê profesor û zimanzanan ve hatiye afirandin. Tu dikarî bibînî ku zimanê îdo dişibe esperanto, lê bi çendîn taybetmendiyên xwe, xwediyê cudahiyên nîşanên (mînak; hebûna tîpa 'q') peyvan bi xwe ye.

Heke tu li ser zimanê îdo xwendinê dikî û tu bixwazî tevlî Wîkîpediyaya me bibî, kerem bike! Li vir mirovên ku dikarin îdoya te serast bikin hene, lewma tu dikarî çewtiyan bikî. Hinga tu fikirî ku di guhertina te de pirsgirêkên rastnivîsê hene, etîketa {{revizo}} li gotarê zêde bike.

Malpera sereke ya zimanê îdo li vir e, weşanên bi zimanê îdo li vir in, û gotara bi zimanê îngilîzî ya li ser zimanê îdo li vir e. Lîsteyeke tevahî ya malperên bi zimanê îdo li vir e. Herî dawî, mebestên sereke yên hilbijartina zimanê îdo li ser vê gotarê hatine tomarkirin.